HERÎ KÊM 3 ÇETE LI EFRÎNÊ HATIN KUŞTIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku hêzên wan 5’ê Kanûnê li Efrînê 3 çalakiyên hemwext lidarxistine.

Li gorî daxuyaniya YPG’ê di encama van çalakiyan de 4 çeteyên Tirkiyê hatine kuştin û herî kêm jî 3 birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê derbarê çalakiyên şervanên wan li Efrînê daxuyaniyek da.

Navnendê diyar kir ku yekîneyên wan 5 Kanûnê li Efrînê 3 çalakiyên sabotajê yên hemwext lidarxistine.

Li gorî daxuyaniyê;

5’ê Kanûnê şervanên YPG’ê li taxa Mehmûdiyê ya navenda Efrînê çalakiyek li dijî seyareyeke leşkerî ya serçeteyekî koma Sultan Murad ê bi navê Hemze Qerha û ajokarê wî pêk anî.

Di encamê de serçete û ajokarê wî hatin kuştin û seyare jî hate teqandin.

Çalakiya duyemîn li kêleka navenda Efrînê li dijî seyareyeke leşkerî ya serçeteyekî koma Lîwa Şîmal yê bi navê Ebdilla Zirbê hat lidarxistin.

Di vê çalakiyê de jî kuştiyên çeteyan çêbûn, lê têkildarî hejmara wan ti agahiyên zelal nehatin bidestxitin.

Çalakiya siyemîn jî li navenda navçeya Cindirêsê li dijî baregeheke çeteyên Feylaq Şam hat lidarxistin.

Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button