Li navçeya Kopê ya Mûşê hevseroka HDP’ê Bûldan bi coş hat pêşwazîkirin

Qonaxa 3. a “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” a HDP’ê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê berdewam dike.
Hevserok û endamên HDP’ê rojane serdana bajaran dikin û bi coş têne pêşwazîkirin.
Li navçeya Kop a Mûşê Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan bi dirûşmên ‘HDP gel e, gel li vir e’ hate pêşwazîkirin.
Şandeya KCD’ê, HDK’ê, DBP ‘ê û HDP’ê li Izmîrê bi çepgiran re hevdîtin pêk anî.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û şandeya pê re li ber şaredariya navçeya Kopê ya ku qeyûm lê hatiye erkdarkirin ji aliyê xelkê ve bi dirûşmeya “HDP gel e, gel li vir e” hat pêşwazîkirin.

dimenê siloganan bide 6 sn

Pervîn Bûldan û şandeya pêre di çarçoveya qonaxa 3. a “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” de îro jî çûn navçeya Kopê ya Mûşê.

Xelkê Kopê, Bûldan li ber avahiya şaredariya ku qeyûm tayîn kirine bi dirûşma “HDP gel e, gel liv ir e” hat pêşwazîkirin.

dimen biherikêne…

Xelkê bi vê dirûşmê bertek nîşanî erkdarkirina qeyûman da.

Bûldan li vir xelk silav kir û pişt re derbasî avahiya partiya xwe bû.

Bûldan piştî ku bi rêveberên partiya xwe re hevdîtin pêk anî, derbasî navenda Mûşê bû.

Li Izmîrê şandeya KCD, HDK, DBP û HDP bi çepgiran re civiyan

Bi heman aramncê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ê Îzmîrê Mehmet Sabrî Gul, Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar, Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz li Îzmîrê bi nûnerên partî û rêxistinên çepgir re civiyan û hevdîtin pêk anîn.

Nûner û rêveberên partî û rêxistinên çepgir jî beşdarî hevdîtinê bûn.

Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî pêk hat û hat diyarkirin ku di hevdîtinê de li ser mijarên polîtîk, mijarên di rojevê de û xeta têkoşînê ya siberojê hat axaftin.

Di çarçoveya bernameya têkoşîna demokratîk de, 1’ê Îlonê wê li 9 navendan zincîra mirovî were avakirin.

Back to top button