Serokê muxalîf ê Rûsî Navalnî ji bo dermankirinê birin Berlînê

Rewşa lîderê muxalîf yê Rûsî Aleksey Navalnî ku tê gotin hatiye jehirdan, hê jî di xeteriyê de ye. Navalnî ji bo dermankirinê derbasî Almanya hate kirin.

Navalnî yê 44 salî bi armanca dermankirinê derbasî paytexta Almanya Berlînê hate kirin.

Berdevkê Navalnî Kîra Yarmiş li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek weşand û spasiya kesên alîkarî dane Navalnî kir.

Yarmiş ji ber bijîşkên Rûsî dereng destura wan dane ku Navanlnî bibin Almanya ew rexne kirin.

Bijîşkên Rûsî diyarkiribûn ku ew rastî ti nîşaneyên Navanlnî bi jehrê ketiye ne hatine.

Navalnî ji bo Partiya Yekgirtiyên Rûsiya ya Vîlademîr Pûtîn gotina ” derewker û çeteyên diz” bikar anîbû.

Ji ber vê yekê tê gotin Navanlnî timî di hedefa partiyê de bû.

Aleksey Navalnî dema 20’ê Tebaxê ji bajarê Tomsk diçû paytext Moskova di balefirê de, rewşa wî ya tenduristiyê xirab bûbû.

Back to top button