Pêşmergeyên Dêrin: Divê Kurd hêzeke niştimanî ava bikin

Pêşmergeyê Derîn Ebdullah Celal, PDK û bêhelwestiya partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û pêwîstiya avakirina hêzeke nîştimanî anî ziman.

Ebdullah Celal diyar kir ku PDK teslîmî dagirkeran bûye, divê eniyeke nîştimanî da ku destê xiyanetê bê birîn, bê avakirin.

Çavdêrê Siyasî Newroz Fazil jî destnîşan kir ku pêwîst e pêşmerge û hêzên din jî li hemberî dagirkeriya Tirkî rawestin.

“Ragihandina PDK’ê rastiya bûyeran li gorî Tirkiyê berovajî dike”

Her wiha rojnamegerên Başûrê Kurdistanê jî da xuyakirin ku ragihandina partiyetî ya desthilata Başûr, bi berpirsyartî nêzî êrîşên Tirkiyaya dagirker nabin û mijarên neteweyî paşguh dikin.

Rojnamegeran diyar kir ku ragihandina PDK’ê, rastiyên bûyeran li gorî berjewendiyên dagirkeran, berovajî dike.

Back to top button