Li Xaneqînê 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Li herêma bajarokê Gulale yê Xaneqînê di êrîşeke asmanî de, 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Rêveberiya Asayîşa Bajarokê Kokis ragihand ku roja Înê hêzên koalîsyona navneteweyî li dijî şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê li gundê Îslah ê Gulale êrîşeke asmanî pêk anî.

Li gorî rêveberiyê, ji ber êrîşê 2 DAIŞ’î ku yek ji wan xelkê Iraqê bû û yek jî ji welatekî Ereban bû, hatin kuştin.

Duh jî li heman deverê, birîndarkirina leşkerekî Iraqî, li ser destê DAIŞ’yian hatibû ragihandin.

 

 

Back to top button