Rêxistinên jinan bertek nîşanî qetilkirina Ala Dahir da

11′ ê Gulanê li Navçeya Eyn Îsa cenazeyê jina bi navê Ala Mistefa Dahir a dayika 2 zarokan e kuştî li mala wê hate dîtin. Li Qamişlo û Eyn Îsayê qetilkirina Ala Dahir hat şermezar kirin û banga cezakirina sûcdaran kir.

11′ ê Gulanê li Navçeya Eyn Îsa cenazeyê jina bi navê Ala Mistefa Dahir a dayika 2 zarokan e kuştî li mala wê hate dîtin.

Jinên navçeyê bi daxuyaniyekê qetilkirina Ala Dahir şermezar kirin.

Welatiya bi navê Hedla Hec Muslim daxuyanî xwend û wiha got:

“ev sûc berdewama zihniyeta baviksalarî ya serwer e.”

Li Qamişlo û Eyn Îsayê jî Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinan daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Dem dema bi dawîkirina qetilkirina jinan e.

Jin dê bixebitin heta ku diyardeya qetilkirina jinan ji kokê were rakirin.”

Rêxistina Sara bang li aliyên têkildar kir ku cezayên giran bidin qatilan û kesên li pey wan.

Back to top button