Rojnamevên şehîd li Qamişlo û Til Temirê hatin bibîranîn

Li Qamişlo û Til Temirê 7 rojnamevanên ku li cih û demên cuda dema li ser erka xwe bûn şehîd bûn bi merasîmekê hatin bibîranîn. Di merasîmê de de soza şopandina rêya wan hate dayîn.

Rojnamevanên şehîd li Qamişlo û Til Temirê bi merasîman hatin bibîranîn..

Rojnamevanên ku hatin bibîranîn dema li ser erka xwe bûn û êrişên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê dişopandin şehîd bûn.

Li Qamişlo Yekîtiya Ragihandina Azad û Meclisa Malbatên Şehîdan li goristana şehîd Delîl Saroxan 7 rojnamevan bibîr anî.

Bi dehan rojnamevan û malbatên rojnamevanên şehîd beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Malbatên rojnamevanan jî diyar kirin ku ew bi şehadeta zarokên xwe ser bilind in ji ber ku ew ji bo ragihandina heqîqetê şehîd bûne.

Di dawiyê de Hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad Dilyar Cizîrê axivî û diyar kir ku şehîdên ragihandinê gelek ked dan û gihan asta şehadetê da heqîqetê ragihînin.

Back to top button