HPG’ê gerîla Dîdar Tolhildan bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê gerîla Dîdar Tolhildan bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Hevrêya me Dîdar weke milîtaneke pêşeng a PKK û PAJK’ê ji hevrêyên xwe re bû mînak, rastiya jin a azad ku mîna rojê hilatiye û bandora mezin a felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji kûrahî hîs kir”.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî gerîla Dîdar Tolhildan bi bîr anî.

HPG’ê di daxuyaniyê de anî zimna ku li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî berxwedaneke destanî hate kirin, rê ji dagirkeran re nehate dayin û dagirker lê têk çûn.

Yek ji fermandarên fedaî yên vê qadê hevrêya me Dîdar Tolhildan di Gulana 2022’an de di êrişên dijmin de bi lehengî li ber xwe da û şehîd bû.

HPG: Dîldar Tolhildan rastiya jin a azad ji kûrahî hîs kir

HPG’ê behsa kesayeta şehîd Dîdar kir û got:

Hevrêya me Dîdar Tolhildan li nava malbatekê, ji eşîra Dekorî, li bajarê Hesekê ji dayik bû.
Xalê hevrêya me Dîdar Latîf (Abdûllah Şiwêş) di sala 1994’an de li Garzanê şehîd bû.

Her wiha gelek tevlîbûn ji malbata wê li nava tevgera azadiyê bû.

Vê yekê kir ku Dîdar bibe parçeyek ji vê têkoşînê.

Ew li nava Şoreşa Rojava di avakirina YPG’ê de, piştre jî weke şervaneke azadiya jinê ya Rojava di avakirina artêşbûna xweser YPJ’ê de bû xwedî parek ku di şer de xwe ispat kir.

Hevrêya me Dîdar ji Efrînê heta bi Hesekê tevlî gelek pêngavên leşkerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû û di şer de bû xwedî tecrûbeyeke mezin.

Dîdar ku ji sala 2012’an heta bi 2019’an li Şoreşa Azadiyê ya Rojava bênavber têkoşiya.

Piştra tevlî nava refên tevgera azadiyê bû.

Hevrêya me Dîdar, rastiya jin a azad ku mîna rojê hilatiye û bandora mezin a felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji kûrahî hîs kir.

Di berxwedana sala 2022’an de li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl cih girt.

Ew bû yek ji wan fermandaran ku li qadê bi tîmên gerîla yên pispor bersiva destpêkê da êrişan.

Agahiyên li ser nasnameya gerîla Dîdar Tolhildan wiha ye.

Nasnav: Dîdar Tolhildan
Nav û paşnav: Leyman Hesen
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Dayik:Nûra
Bav:Berzan
Dem û cihê şehadetê: Gulana 2022, Zap

Back to top button