PYD, TEV-DEM û HDP’ê siyasetên Bexdayê yên der barê Şengalê de red kirin

PYD, TEV-DEM û HDP’ê siyasetên Bexdayê yên der barê Şengalê de red kirin û piştgiriya xwe bi vîn û berxwedaniya şêniyên Şengalê anî ziman. Aliyan bang li Iraqê kir ku erkên xwe yên exlaqî li hemberî dozên civaka êzidî ya li Şengalê bîne cih û destekê bide projeya demokratîk.

Hêzên artêşa Iraqê duh hewl da li gundê Gir Zirk ê Şengalê belav bibin, gel ev hewldan red kir û nehişt bikevin gund.

Li ser mijarê, Meclisa Giştî ya PYDê daxuyaniyeke weşand û tê de siyasetên Bexdayê yên der barê Şengalê de red kirin.

PYD’ê destnîşan kir ku hikumeta Bexdayê bi desteka hêzên herêmî, dixwaze siyaseta nedemokratîk û dûrî vîna şêniyên Şengalê ku rastî zehmetî û komkujî ji aliyê hêzên terorîst ve hatine, ferz bike.

PYD’ê piştgiriya xwe bi gelê Şengalê re nîşan da û bang li dewleta Iraqê kir ku bi şêniyan re bikeve diyalogê û rêzdariyê bide vîn, azadî û nûnertiya siyasî û leşkerbûna rewa.”

TEV-DEM: Gefên li dijî Şengalê tenê dikevin xizmeta dagirkeriya Tirk

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî piştgiriya xwe bi vîna şêniyên Şengal û berxwedana wan a dîrokî anî ziman.

TEV-DEMê gefên hikumeta Iraqê weke fermaneke nû bi nav kir û destnîşan kir ku tenê xizmeta berjewendiyên dagirkeriya Tirk û hevalbendên wê dike.

Tevgera Civaka Demokratîk bi bîr xist ku li şûna hikumeta navendî rêzê ji vîna serkeftî re bigire û bi mafên wan ên rewa di destûreke demokratîk de nas bike, bi rêya pêkanîna lihevkirina 9’ê Cotmehê hewldana êrîşkirina herêmê dike.

TEV-DEMê bang li hikumeta Iraqê kir ku destekê bide projeya demokratîk ku ji bo çareseriyê nimûne ye.

HDP: Divê Iraq bi diyalog û danûstandinan tev bigere

Her wiha HDP’ê ji bo Şengalê bang li hêzên pêwendîdar ên Iraqê kir ku mijara Şengalê ne bi hêza leşkerî, belê bi rêya diyalog û danûstandinan tev bigerin û pirsgirêkan bi vî rengî çareser bikin.

Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy li ser hewldana artêşa Iraqê ya ji bo destwerdana leşkerî ya li gundê Gir Zerik ê Şengalê daxuyaniyek da û got:

“Bi navê HDP’ê em piştgiriyê didin mafê ewlehiyê yê civaka Êzidî ya li Şengalê ku xwe bi xwe biparêzin.”

Back to top button