Hêzên Asayîşê: Çekdarên “Dîfaa Wetenî” dixwazin ewlehiya herêmê têk bibin

Duh êvarî li taxa Hilko ya Qamişlo, di navbera Hêzên asayîşê û çekdarên “Dîfa Wetanî” yên girêdayî hêzên hikumeta Şamê de alozî derket.

Çekdarên “Dîfaa Wetenî” yên girêdayî hikumeta Şamê duh êrîşî nuqteyeke kontrolê ya Hêzên Asayîşê li taxa Helko ya Qamişlo kirin û gule reşandin.

Hêzên asayîşê, di çarçoveya parastina rewa de, bersiva êrîşê da û li ser wê yekê şer derket.

Navena Ragihandina Giştî ya Hêzên Asayîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî derbarê aloziyê de daxuyaniyek da.

Hêzên Asayîşê, da zanîn ku armanca êrîşa çekdarên navborî li dijî nuqteya wan, têkbirina ewlehiya herêmê ye û teqez kir ku ew ê destkeftiyên bi saya fedekariyên şehîdan hatine bidestxistin biparêzin.

Berî niha jî , van çekdaran gelek caran hewl dane, bi van êrîşan aramiya herêmê, têk bibin.

Back to top button