Mihemed Şahîn: Rûsya çavê xwe li sûcên dagirkeriya Tirk digire

Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Firatê Mihemed Şahîn destnîşan kir ku xelkê herêmê piştî van zêdegaviyên dewleta Tirk baweriya wan nema bi garantorê Rûsî tê.Mihemed Şahîn bang li civaka navnetewî kir ku bi erêka xwe rabe û sûcên ku dewleta Tirk li dijî gelê herêmê pêk tîne, bi dawî bike.

Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Firatê Mihemed Şahîn diyar kir ku, Rûsyayê çavên xwe li zêdegaviyên dewleta Tirk digire.

22’ê vê mehê duronek dewleta Tirk maleke sivîlan li gundê Memît ê dikeve başûrê Kobanê bombebaran kir û sivîlek birîndar bû.

Hemwextî vê êrîşa hewayî, çeteyên dagirkeriya Tirk hewl da derbasî Eyn Îsayê bibe, lê weke her cara QSD’ê hewldana wan bûç kir.

Dagirkeriya Tirk bi van êrîşan domdar pîvanên navneteweyî û peymanên agirbesta 2019’an bi Amerîka Rûsyayê re îmze kirine, bin pê dike.

Mihemed Şahîn bibîrxist ku ji destpêka agirbestê ve êrîşên dewleta Tirk ku li ber çavên hêzên Rûsyayê ve têne kirin, nesekinîne û da zanîn ku Rûsya aliyekî garantor e, divê bi rola xwe rabe.

Mihemed Şahîn: Baweriya gel nema bi garantorê Rûsî tê

Şahîn eşkere kir ku Meclisa Rêveber a herêma Firatê, Meclisa Leşkerî û QSD’ê bi fermandarên leşkerî yên Rûsî re dicivin, lê piraniya caran bersiva pirsên wan nade yan jî bersiva ku didin mirov îqna nake.

Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Firatê anî ziman ku hewlesta Rûsya ne zelal, xelkê herêmê piştî van zêdegaviyan baweriya wan nema bi garantorê Rûsî tê.

Back to top button