Li herêmên hikumeta Şamê jimara kesên bi Coronayê ketine gihişt 29’an

Hikumeta Şamê ragihand ku hejmara rewşên bi vîrûsa Coronayê li herêmên jêr kontrola wê bûn 29.

Wezareta tenduristiyê ya hikumeta Şamê ragihand ku 4 rewşên nû yên bi vîrûsa Coronayê li herêmên jêr kontrola wê hatin tomarkirin.

Bi vê yekê hejmara giştî ya rewşên bi vîrûsê li herêmên hikumeta Şamê bûn 29 rewş.

Heta niha 2 kes ji wan mirine û 5 rewş ji vîrûsê rehet bûne.

Back to top button