Cejna Çarşema Sor hat pîrozkirin

TAJÊ, PYD û Kongira Star bi boneya Çarşema Serê Nîsanê daxuyanî dan û cejin li gelê Êzîdî û tevahiya pêkhateyên Mezopotamyayê pîroz kirin. Aliyan bang li civaka Êzidî kirin ku li welat û derveyî wê, yekîtî û tifaqa xwe ava bikin.

 

TAJÊ Çarşema serê nîsanê, li gelê êzidî pîroz kir

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi wesîleya cejna Çarşema Serê Nîsanê peyamek weşand.

TAJÊ diyar ku civaka Êzidî, ji bo çanda xwe biparêze, her tim li ber xwe daye û tevî 73 fermanên qirikirinê jî, baweriya xwe ya pîroz bernedaye.

Li gorî bîr û baweriya Êzidyatiyê, di meha Nîsanê de gerdûn ava dibe û dinya bi gul û giyan dixemile.

TAJÊ bang li tevahî civaka Êzidî ya li welat û dervayî kir ku yekîtiya xwe xurt bikin û tifaqa xwe ava bikin.

Kongira Star: Çarşema Sor rengê xemilandina jiyanê ye

Her wiha Kongera Star bi daxyaniyekê jî, cejna Çarşema Sor li Gelê Kurd û Êzîdiyan pîroz kir û hêvî kir ku hêzên aştiyê yên cîhanî û gelên Rojhilata Navîn li gorî rêgezên jiyana hevpar, biratiya gelan û yekitiya çarenûsa hev bigirin.

PYD : Çarşema Sor dîroka kurdan parastî ye

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) jî cejna Çarşema Sor li Gelê Kurd û Êzîdiyan pîroz kir û diyar kir ku ev bone di bîra dîroka gelan de maye û dîroka Kurdan parastiye.

Back to top button