Alîkarî li malbatên xizan hat belavkirin

Piştî demekê ji biryara Rêveberiya Xweser îro alîkarî li ser malbatên Çil Axa hat belavkirin. Komîteyên Rêveberiya Xweser bi hevkariya bi Meclisa navçeyê re alîkarî bi 150 malbatî re kir.

 

Bi belavbûna vîrûsa Coronayê li dewletên Cîran re Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrî biryara nederketina derve ragihand.

Bi ragihandina biryarê re zanîngeh, Dibistan, kar û hwd hatin sekinandin.

Komîteyên Rêveberiya Xweser bi hevkariya bi Meclisa navçeya Çilaxa û komînan ji bo malbatên xizan alîkarî pêşkêş kirin.

Endamên Meclisa navçeyê û komînan madeyên xwarinê li ser 150 malbatên Hewcedar ên navçeya Çilaxa belav kirin.

Back to top button