Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojihlatê Sûriyê îro bihayê kirîna berhema genim a mewsima çandiniyê, ya 2020’an diyar kir.
Ev demeke cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê benda diyarkirina bihayê kirîna genim bûn.
Rêveberiya Xweser bi beşdariya hemû saziyên eleqedar, îro ji bo diyarkirina kirîna berhema genim civiyan.
Di civînê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bihayê kirîna berhema genim a mewsima îsal diyar kir.
Rêvberiyê diyar kir ku bihayê her kîloyek genim wê 225 lîreyên sûrî be.
Ev yek jî li gorî pileya başbûna genim dimîne.