Mêrdîn-Pergala Qeyûm pergala dagirkeriyê ye teqez em ê têk bibin

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku pergala qeyûm pergala dagirkeriyê ye, em ê memûrên dagirkeriyê bişînin Enqerê.

Li Mêrdînê bi boneya 4’emîn slavegera tayinkirina qeyûman, ên tayinî şaredariyên mezin ên Mêrdîn, Wan û Amedê hatin kirin, li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê daxuyanî hat dayîn.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz ku di daxuyaniyê de axivî, destnîşan kir ku AKP li erdnîgariya Kurdistanê polîtîkayeke ji holê rakirina destkeftiyên kurdan bû.

Aydenîzê bilêv kir ku pêkanînên qeyûman di heman demê de berhema feraseta tecrîdê ne jî û got:

“Lê ji bo em van şaredariyên xwe ji wan bistînin, em ê tevî gelê xwe bitêkoşin.Em ê memûrên wan ku ew wekî qeyûm tayin kirine, bişînin Enqereyê ”

Paşê Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî diyar kir ku Qeyûm li Kurdistanê dagirkerî ye.

Ûçarê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê li dijî feraseta faşîst hemû qadan rizgar bikin.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Back to top button