Nunerê PYD’ê: Divê Civaka Navdewletî buyerê lêpirsîn bike

Nûnerê PYD’ê yê Başûrê Kurdistanê Cawîdan Kemal têkildarî komkujiya li Cindirêsê got, divê Konseya Ewlekariyê û civaka navdewletî lêpirsînê derbarê komkujiya Cindirêsê de bikin.

Di şeva 20’ê Adara 2023’an de li navçeya Cindirêsê ya Efrînê, 4 kurd dema ku xwestin agirê Newrozê li ser banê mala xwe pêxin, hatin qetil kirin.

Têkildarî komkujiyê, Nûnertiya PYD’ê ya li Başûrê Kurdistanê nerazîbûna xwe nîşanda.

Cawîdan Kemal da zanîn ku di şeva pêxistina agirê cejna netewî ya gelê Kurd Newrozê de 4 welatiyên Kurd hatin qetil kirin.

Di dewamê de Cawîdan Kemal got: “Dewleta Tirk û çeteyên wê di kiryarên xwe yên dij-mirovî û gelê Kurd de berdewamin.

Em wek PYD daxwaz ji civaka navdewletî û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dikin ku Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ji dest dewleta Trik a dagirker rizgar bikin.”

Nûnerê PYD’ê Cawîdan dawiyê ev tişt anî ziman: “Em ê heta avakirina sîstema xweseriya demokratîk û Sûriyek demokrat têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Back to top button