Balafirên şer ên Rûsî Idlib bombebaran kir

Agirbesta Putin-Erdogan ya ku derbasî roja 90’î bû dîsa hat binpêkirin. Balafirên Rûsî şevê din deverên Idlibê bombebaran kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, şevê din balafirên şer ên Rûsî devera Qerqûr û Stasyona germahiyê li Sehil El-Xab bombebaran kir.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li eniya El-Ruyha û Bênên ên Cebel El-Zawiyê êrîşî hev kirin.

Dewleta Tirk 20 maşîneyên din ên leşkerî derbasî Idlibê kirin

Çavdêriya Sûrî ragihand ku dewleta Tirk 20 maşîneyên leşkerî ji deriyê Kefer Losîn, ber bi nuqteyên Tirkiyê yên li “herêma qaşo bêçek” ve şandin.

Berî du rojan jî, 25 maşîneyên leşekerî hatibûn derbaskirin.

Bi vê yekê re, ji destpêka ragihandina agirbestê, jimara maşîneyên leşkerî gihaşt 3 hezar û 825, her wiha bi hezaran leşker jî bi cih bûne.

Hêzên hikumeta Şamê jî herî dawî jimarek maşîneyên xwe şandin Idlibê.

Back to top button