Li Efrîna dagirkirî 4 şehîdên Newrozê

Eger Cîhana bextreş çavên xwe ji van kiryarên hovane re vekiribaya, dê wiha nebûba bi ser xelkê Efrînê de. Mixabin hovîtiya dewleta Tirk a qirker li hember xelkê Efrînê û bi taybet gelê Kurd ku wan ji roja roj de wekî dijminê xwe bi nav dike û dibîne zêdetir dibe. Aliyek jî deng ji xwe bîne tune ye, wekî ku ev kiryar rawa ne, her kes xwe lal, ker û kor dike. Xelkê Cindirêsê ji êvara Newrozê ve heya van kêliyan di nava çalakiyan de ye û banga maf û cezakirina sûcdaran dike.

5 sal in hovîtî li warê zeytûnê, Efrînê dewam dike.

Dewleta Tirk û komên çete ên girêdayî wê çi sûcekî dijpîvanên mirovî û navnetewî hebe li Efrînê pêk anîne.

Ji roja dagirkirina Efrîn û heya niha, dema erdhejê rû da û heya niha û herî dawî jî bûyera kuştina her 4 ciwanên Cindirêsa birîndar.

Vê carê xelkê Efrînê got bese ji kiryarên 5 salan re, bêdeng neman û li dijî kuştina her 4 ciwanan rabûn ser piyan û doza mafê xwe kirin.

Efrîn News 24 derbarê bûyerê de dîmenek ku tê de yek ji şahidên bûyerê diaxive parve kir.

Di dîmen de welatiyek ku ew jî, ji xizmên şehîdên êvara Newrozê ye diaxive û diyar dike ku wan red kir destpêkê cenazeyên şehîdan wergirin .

Xwepêşandan li Cindirêsê dewam dikin

Tora Çalakvanên Efrînê jî dîmenek xwepêşandanên xelkê navçeya Cindirêsê û gundewarên wê parve kir.

Di xwepêşandan de banga cezakirina çeteyê bi navê Hesen Eldebei yê girêdayî koma çeteyên Ceyş El-şerqiyê hat kirin ku wî her 4 ciwanên Kurd şehîd xistine.

Li aliyekî din jî di dema xwepêşandan de çeteyan êşkence li welatiyê bi navê Ibrahîm Xorşîd yê ji gundê Kefer Sefra û gelek ciwanên din kirin.

Ji bo rê li xwepêşandanan bigrin, gef li welatiyan têne xwarin

Çete ji bo rê li xwepêşandan bigrin û kirinên xwe rewa nîşan bidin gotinên dij-kurdaditiyê û cudabûnê li kolanên Efrînê dibêjin.

Efrîn POST ragihan ku çeteyê bi navê Samî Ebû Fewzî yê girêdayî Çeteyên El-hemzat ku ji bajarok Retyan ya Helebê ye li kolanên taxa Eşrefiyê bi dengekî bilind gotiye: “Divê kurd werin kuştin da xwepêşandan çênebin û çi ji dest min were ez ê bikim.”

Li gundê Zîdiyê jî çeteyê bi navê Ebû Mihemed El-qelemonî ji bo tirsê belav bike û kiryarên xwe zêdetir bikin ev yek aniye ziman: “Kurd kafir in û kuştina wan helal e.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev hemû ji ber ku xelkê Efrînê doz mafê xwe û cezakirina sûdaran dikin.

Back to top button