MSD’ê komxebata xwe ya 6. li bajarê Reqayê li dar xist

Meclisa Sûriya Demokratîk li Reqayê komxebata xwe ya 6’an di bin dirûşmeya “Ji bo şêniyên Cizîrê û Firatê ber bi kongreyekê neteweyî ve” li dar xist.

Di komxebatê de Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser Abid Hamid El-Mihbaş axivî û destnîşan kir ku tevî hemû astengî û komployan saziyên Rêveberiya Xweser bi serketin.

Meclisa Sûriya Demokratîk lidarxistina komxebatên xwe yên di bin dirûşmeya “Ji bo şêniyên Cizîrê û Firatê ber bi kongreyekê neteweyî ve”dewam dike.

Di vê çarçoveyê de îro MSD’ê komxebata 6. li bajarê Reqayê li dar xist.

Komxebat li hola civînan a Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ya Reqayê pêk hat.

Rûspiyên eşîrên Reqayê û kesayetên siyasî beşdarî komxebatê bûn.

Di komxebatê de mijarên, pêşxistina Rêveberiya Xweser û diyaloga Sûrî-Sûrî hatin nîqaşkirin.

Cîgirê Desteya Rêveber ê MSD’ê Hikmet Hebîb axivî û da zanîn ku MSD heta dawiyê girîngiyê dide çareseriya aloziya Sûriyê ya bi alî û hêzên Sûriye re.

Têkildarî diyalogên bi hikumeta Şamê re, Hikmet Hebîb anî ziman ku tevî gelek hewldanan jî lê Hikûmeta Şamê van diyalogan red dike.

Abid Hamid El-Mihbaş: Tevî hemû astengiyan saziyên Rêveberiya Xweser serketin

Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser Abid Hamid El-Mihbaş balkişand ser hevgirtina pêkahteyên li Bakur û Rojhilatê Sûrî di rêveberiya herêmê de, bi taybet piştî vekişandina hikûmeta Şamê ji herêmê û valahiya li herêmê rûdayî.

Abid Hamid El-Mihbaş destnîşan kir ku tevî hemû astengî û komployan saziyên Rêveberiya Xweser serketin.

Back to top button