Li Maliyê 100 çete hatin kuştin û 20 jî hatin girtin

Li Maliyê, bi hevkariya artêşa welêt û ya Fransî, 100 çete hatin kuştin.

Artêşa Malî bi daxuyaniyekê ragihand ku, di vê mehê de operasyoneke hevbeş ya artêşa Malî-Fransî pêk hat û tê de 100 çete hatin kuştin û 20 hatin girtin.

Fermandariya Artêşa Fransî li Maliyê diyar kir ku qonaxa yekemîn a operasyonê bi perwerdeyê derbas bû, ya duyemîn jî bi derxistina terorîstan ji asêgehên wan ên li Malî heta bi sînorê Burkîna Fasoyê ve qediya.

Jê 3 serçete 7 çeteyên Hereket el-Şebab hatin kuştin

Li Somalyayê jî, 7 çeteyên Hereket el-Şebab di operasyoneke artêşê li başûrê welêt de hatin kuştin.

Li gorî çavkaniyên leşkerî, di nava wan de 3 serçete hebûn.

Back to top button