Di şeva Newrozê de dagirkeran komkujiyek li Cindirêsê pêk anî

Ji ber ku agirê Newrozê li ser bane mala xwe dadan, 4 welatiyan li Cindirêsê bi destê çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Çavkaniyên xwecih ragihandin ku çeteyên Ehrar El Şerqiye gule li welatiyên Cindirêsê berandin.

Her wiha ji ber ku van welatiyan agirê Newrozê li ser banê mala xwe dadane hatine gulebaran kirin.

Her wiha di encamê de 4 kesan jiyana xwe dest dan.

Li gorî çavkaniyan çeteyan rasterast gule li welatiyan berandine.

Li gor çavkaniyan navên welatiyan wiha ne: Ferhan Osman ê 43 salî, Îsmaîl Osman yê 38 salî, Mihemed Îsmaîl Osman yê 18salî û Mihemed Osman yê 42 salîne.

Her wiha bi sedan şêniyên Efrînê li pêşiya Nexweşxaneya Leşkerî ya dewleta Tirk a li navçeya Cindirêsê kom bûne ji ber ku nexweşxane cenazeyan radest nake.

Back to top button