Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitter peyamek da û cejna Newrozê pîroz kir.
Mezlûm Ebdî di peyama xwe de Newroz pîroz kir û ev tişt anî ziman:
“Em bi vê boneyê şehîdên YAT’ê yên ku ji bo parastina mîrateya Newrozê ya azadî û rûmetê xwe feda kirin bi bîr tînin.
Her wiha em bang li gelê xwe dikin ku bi rihê Şervan û hevalên wî Newroza îsal pîroz bikin.