Serokwezîrê Îsraîl Netanyahu serdana xwe ya ji bo Îmaratê betal kir

Serdana Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netenyahu ya ji bo Îmaratê careke din hate betal kirin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Nivîseha ragihandina Serokwezîrtiyê ve hatî weşandin, sedemê betalkirina serdanê bi pirsgirêka balefirê ve hate girêda.

Nivîsgehê diyar kir ku balefira Netanyahu ji bo Îmaratê veguhestiban ji ber nekordîneyek di navbera wan û Urdinê de pêk nehat.

Hate gotin her çiqasî Urdinê piştre pejiradiye ku balefira serokwezîrê Îsraîlê dikare asîmanên welat bikar bêne jî lê ji ber derengmayîna demê serdan pêknehat.

Nivîsgehê dazanîn ku ji bo diyarkirina hevdîtineke nû bi Îmaratê re lihev kirine.

Li gorî çapemeniya herêmê, Pirensê Urdunê Huseyîn bin Ebdullah dema duh dixwest derbasî herêma dibin dagirkeriya Îsraîl ya li Rojhilatê Qudisê ku serdana Mescid-î Aksa kiriba ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatibû astengkirin.

Ji ber vê yekê jî tê gotin, rêvberiya welat rênedaye Netanyahu ku sînorên welatê wî yê esmanî bikar bêne.

Di navbera Îsraîl û Îmaratê de Îlona 2020’an peymana normalkirinê hatibû îmze kirin.

Serdana Serokwezîr Netanyahu ya beriya hilbijartina 23 Adarê ji bo Îmaretê jî balkê dikişîne.

Back to top button