Amerîka li dijî parêzvanên Erdogan doz vekirî li dijî Tirkiyê biryar da

Beriya 4 salan bi fermana Erdogan parêzvanên wî êrîşî çalakgeran kiribû û ev yek li pêş Koşka Spî ya Amerîka pêk hatibû.

Ji doza ku Wezareta Derve û Edaletê dişopan de li dijî Tirkiyê biryar derket. Herdu wezaretan diyar kir ku parêzvanên Erdogan ne ji bo parastin lê êrîşî xwepêşandêran kiriye.

Roja sêşemê 4 endamên Senato û Meclisa Nûneran nameyek li ser mijarê ji Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Antony Blinken re şand.

Senatoran diyar kirin ku divê parêzvanên Erdogan ji mafê destnedayînê were derxistin û hikumeta Tirkiyê berpirsyar were dîtin.

Wezîrên Edalet û Derve ev helwesta xwe li ser daxwaza hikumetê parvekir.

Herdû wezaretan jî anîn ziman ku parêzvanên Erdogan ji ber mafê destnedayînê êrîşek bivî wayî pêk aniye.

Di nêrîna ku ji bo dadgehê hatî şandin de wiha hat gotin:

Hîna li dijî Tirkiyê 2 dozên heyî dewam dike.

16’ê Gulana 2017’an komeke ji welatiyên Tirk yên hemwelatiyên Amerîkayê ne li pêş Koşka Spî li dijî faşîzma Erdogan xwepêşandanên aştiyane pêk anîn.

Di wê demê de, bi fermana Erdogan li dijî wan êrîşek hovane pêk hatibû.

Back to top button