UNICEF: Di 10 salên şer yê li Sûrî de nêzî 12 hezar zarok mirine û birîndar bûne

Fona Alîkariya ji bo Zarokan ya NY (UNICEF) ragihand ku ji ber şerê 10 salin li Sûrî didome nêzî 12 hezar zarok mirine û birîndar bûne.

Rêxistinê di daxuyaniya nivîskî ya ku weşandî de, balkişand li ser 10 sal ji şerê li Sûrî û wiha got:

Di demeke ku şerê li Sûrî 10 salên xwe tejî dike, paşeroja gelek zarokan di nava nediyariyê de ye.

Ji sedî 90 ji zarokan pêwistiya wan ya bi alîkariyê heye.

Li Sûrî 500 hezar zarokên ku temenê wan kêmî 5 salî ne ji ber nebûna xwarina birêkûpêk bi nexweşiyan re rûbirû dimînin û bejna wan kin dimîne.

Rêxistinê dazanîn ku li welat biqasî 2 milyon û 400 hezar û ji derveyî welat jî 750 hezar zarok nikarin biçin dibistanê.

Zêdeyî 5 hezar zarok tevlî şer bûne

Li gorî UNICEF;

Di navebra 2011 û 2020’an de nêzî 12 hezar zarok yan mirine yan jî birîndar bûne.

Nêzî 5 hezar û 700 zarokên ku temenê wan 7 salî di şer de hatin bikaranîn.

Ji ber şerê dayîmî û tundiyê, deruniya zarokan li gorî sala derbasbûyî 2 qat zêde bûye.

Di nava 10 salan de êrîş li ser zêdeyî hezar û 300 dibistan û nexweşxaneyan pêk hat.

Back to top button