Gelê herêmê li dijî êrişên li ser herêmê bi hêrse.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê êrişên dagirkeriya tirk şermezar kirin û diyar kirin ku heta êkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û serxistina projeya neteweya demokratîk dê têkoşînê bidomînin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê li dijî êrişên li ser herêmê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Armanca dewleta Tirk ji hedefgirtina erebeyên fermandar, rêveber û welatiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkbirina vîna gelê herêmê ye.
Her wiha dagirkirina herêmên Sûriyê, dewama komploya li dijî herêmê, Rêber Abdullah Ocalan û projeya wî ya demokratîk e.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrişên bi vî rengî, rê li ber zindîkirina DAIŞ’ê vedike.
Malbatên şehîdan, sûcên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan, êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezarkirin.
Dawiyê jî diyar kirin ku ew ê nehilin tu kes destdirêjiyê li yekitiya gel, vîna wî bikin û wê li rex hêzên xwe destkeftiyên xwe biparêzin.



