Balafirên şer ên Rusyayê Idlibê bombebaran kir

Li ‘herêma Bêçek’ şer û alozî dewam dike.
Balafirên şer ên Rusyayê êrişî Idlibê kir, di encamê de 3 kes hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Balafirên Şer ên Rusya 4 caran êrişî herêma rojavayî Idlibê kir.

Li wê herêmê nuqeteyên leşkerî ên çeteyên dewleta Tirk a dagirker hene.

Çavdêriya Sûrî: Di êrişê de 3 kes hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku, di encma êrişê de, 3 kes ji malbatekê hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.

Li gorî çavdêriyê, dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe ji ber ku rewşa birîndaran giran e.

Back to top button