Efrîn..Çeteyan zarokekî 17 salî şand şerê Lîbyayê

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe li Efrîna dagirkirî, zilm û hovîtiya xwe bê navber didomînin.
Dagirkeran zarokekî 17 salî yê ji navçeya Raco şandin şerê Lîbyayê.
Li aliyê din dagirkeran li navçeya Cindirêsê û Raco 7 sivîlên din revandin.

Rojane, dewleta Tirk û çeteyên wê kiryarên dermirovî li dijî Efrîniyan pêk tînin.

Ji bo pêkanîna berjwendiyên dewleta Tirk, çeteyên wê zarokên Efrînê bi pereyan dixapînin û dişînin şerê Lîbyayê.

Rêxsitina Mafê mirovan a Efrînê – Sûrî ragihand ku çeteyan zarokekî (17) salî yê ji navçeya Raco xapand û şandin şerê Lîbyayê.

Rêxistinê ji bo ewlehiya malbata wî nav eşkere nekir.

Çeteyan beriya bi demekê jî zarokê bi navê Ebdo Şêxo(15) yê ji gundê Rûta yê Mabeta xapand û şand şerê Lîbyayê.

Çavdêriya Sûrî a Mavê Mirovan dabû zanîn ku dewleta Tirk 150 zarok şandine şerê Lîbiyayê, jê 16 zarok hatin Kuştin.

Istixbarata Tirk 7 sivîl li Cindirêsê û Raco revandin

Duh jî, istixbarata dewleta Tirk a dagirker bi ser gundê Colaqa yê Cindirêsê de girt û 6 sivîl revandin.

Navên kesên ku hatine revandin weha ne:

Kemal Şêxo (80)

EbdRehman Sîdo (80)

EbdRehaman Reşo (75)

Rustem Rêhanê(45)

Hemze Reşo (45)

Ehmed Reşo(40)

Rêxistinê da zanîn ku beriya bi demekê jî istixbarata Tirk bi ser heman gundî de girtibû û 15 sivîl jî revandibû.

Heya niha jî çarenûsa piraniya wan nediyar e.

29’ê Tabaxê jî istixbarata Tirk şêniyê bi navê Selah Birîmo yê ji gundê Kora yê navçeya Raco revandibû.

Navenda belgekirina binpêkirinan li Bakurê Sûrî jî ragihand ku wan navên 100 sivîlên ku çeteyan di meha Tabaxê de li Efrînê revandine, belge kiriye.

Çeteyan li ser ciwanên Efrînê hezar lîreyê tirk ferz kirin

Li aliyê din, heman Rêxistinê ragihand, bi bihaneya ku erkên xweparstinê kirine, çeteyan ji ciwanên Efrînê hezar Lîreyê Tirk distînin an 3 mehan digirin.

Rêxistinê destnîşan kir stixbarata Tirkiyê ji bo guhartina demografiya Efrînê perspektîfan dide çeteyan da ku li dijî şêniyên Efrînî kiryarên qirêj pêk bînin û neçar bikin ji warên xwe koçber bibin.

Back to top button