Piştî 17 sal ji şerên navxweyî li Sûdanê, îro di navbera hikumet û komên çekdar peymana aştiyê hat imzekirin.
Li paytexta Sûdana Başûr Cûbayê bi serpereştiya Îmaratê, berpirsên hikûmeta Sûdan û Sûdana Başûr civiyan û bi 6 komên çekdarî re peymana aştiyê hat imzekirin.
Komên çekdar ku peyman imzekirin ev in, Tevgera Edelat û Wekheviyê û Artêşa Rizgariya Sûdanê yên ji herêma Darfûrê ne û Tevgera Gelêrî ya Rizgariya Sûdanê ku li Başûrê Kurdvan û El-Nîl El-Ezreq in.
Beriya niha hin çavkanî eşkere kiribûn ku li gorî vê peymanê, herêmên Başûrê Kurdvan û El-Nîl El-Ezreq wê xweser bibin.
Li gorî peymanê divê komên çekdar di nava 39 mehan de tevlî artêşê bibin.
Hat gotin jî ku wê 25 ji sedî ji kursiyên meclisa wezîran û 25 ji sedî ji kursiyên parlamentoyê de ji ji komên çekdar re bin.
Ji sala 2003’an ve li Sûdanê şerek navxweyî li herêma Darfûrê navbera komên çekdarî û rejîma Omer El-Beşîr rû da.
Di van şeran de 300 hezar kes hatin kuştin, 2 milyon û 500 hezar jî koçber bûn.