Her roj li bîlançoya pêketî û qurbanên vîrûsa Corona, jimarên nû zêde dibin.. Nexasim pêla çaran a vîrûsê metirsîdar e û her kes pê dikeve.. Bijîşkê Heyva Sor a Kurd Dr. Ciwan Hemê jî eşkere got ”Êdî zarok bêhtir pê dikevin û divê gel xwe biparêze.”
Bijîşkê Heyva Sor a Kurd Ciwan Hemê anî ziman “Pêla çaremîn zû belav dibe û zarok bêhtir pê dikevin.”
Dr. Hemê da zanîn ji ber rewşa aboriyê, qedexeya derketina derve zehmet e, lewma şêwazê herî baş ê xweparastinê, bikaranîna devpoşk û pêkanîna hişyariyên berî niha hatîn kirin e.
Herî dawî 483 kesên din bi vîrûsê ketin û 26 kesên din jî jiyana xwe ji dest da.