Di êrişeke çekdariya li Nîjerya de 43 ke hatin kuştin

Di parzemîna Afrîka de yek ji welatê herî mezin Nîjerya ye.
Lê ji ber pirsgirêkên xwe yên ewlekariyê, metirsiya li welat pir zêde ye.
Herî dawî di êrişeke çekdarî ya li eyaleta Sokoto ya welat 43 kes hatin kuştin.

Êrişa ku doh ji aliyê komên çekdar ve despêkirî, heta îro saetên siharê dewam kir.

Waliyê Sokoto Aminu Waziri Tambuwal di daxuyaniyekê de got,

Di êrîşên komên çekdar ên nenas de ku duh li Goronyo dest pê kir û îro heta saetên sibê dewam kir de, 43 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Şahidên bûyerê diyar kirin ku êrîşkaran li Goronyo bi ser cihê bazarê de girtine û komkujî pêk anîne.

Polîsekî ku xwest êrişkaran rawestîne jî hate kuştin.

Her wiha gelek kes jî birîndar bûne.

Li gelek eyaletan ji bo şerê komên çekdar xetên telefonê hatin birîn.

Li eyaletên Zamfara, Katsina, Kaduna û Sokoto, ji ber zêdebûna bûyerên revandin û gulebaranê, karûbarên telekomunikasyonê ji bo piştgiriya hêzên ewlehiyê di şerê wan ê li dijî komên çekdar de hatin rawestandin.

Back to top button