Koordînasyona Kongra Star jî êriş şermezar kir û bang li civaka navnetewî kir ku li hember van erişan bi erka xwe rabe.
Têkildarî êrişa dewleta Tirk a li dijî maleke li bajarê Kobanê, Kooordînasyona Kongra Star daxuyanyeke da.
Di daxuyaniyê de Kongra Star êriş şermezar kir û ev got:
“Ev êriş ne ya yekemîn e, beriya vê, êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêş civaka navneteweyî pêk hatine, lê bêyî sedem tu helwestê nîşan nade .
Ev bêdengî dihêle ku binpêkirinên faşîzma Osomanî , komkujî, sûcên şer û yên dermirovî bi taybet li dijî hebûna Kurdan û projeya wan zêdetir bibin.”
Kongra Star bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan erka xwe pêk bînin.