ÇALAKIYA NASIR YAGIZ DI ROJA 170’YÎ DE YE

Li Başurê Kurdistanê berxwedana ku bi pêşengtiya Nasir Yagiz destpê kirî bi biryar dewam dike

Berxwedana Endamê Meclisa HDP’ê li Hewlêrê Nasir Yagiz di roja 170’î de ye.

Endama Meclisa HDP’ê Mizgîn Arî diyar kir ku heta niha Yagiz 20 kîloyan kêm kiriye.

Her wiha çalakiya li wargeha Mexmûrê di roja 145’an de ye û ji aliyê komek nû ve hat dewir girtin.

Di merasîma dewirgirtinê de li ser navê koma 48’emîn Sebirye Îşlek axivî û got:

“Ew mirovên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin em bang li wan jî dikin ku xwedî li erkê xwe derkevin.

Êdî dengê qêrîna berxwedêrên di zindanan de û çalakvanên di greva birçîbûnê de bibihîsin.”

Di heman demê de çalakiya Endama Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî di roja xwe ya 110’an de ye.

Her wiha çalakiya li bajarê Silêmaniyê jî di roja 148’an de ye û ji aliyê koma 74’an ve hat dewir girtin.

Di koma 74’emîn de welatiyên her çar beşên Kurdistanê beşdar bûne.

Berxwedana endezyar Herêm Mehmûd jî ev 75 roj in li dar e

Leave a Reply

Back to top button