Rewşenbîrên Herêmê: Divê qada ezmanî ya herêmê li Tirkiyê bê qedexekirin

Rêzeçalakiyên gelê herêmê ên li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk dewam dikin.
Îro jî li gelek deveran li dijî êrişên li ser herêmê, li başûrê Kurdistan û hevkariya PDK’ê çalakî hatin lidarxistin.

Çalakî û berxwedana gelê herêmê ya li dijî gef û êrişên dewleta Tirk rojane dewam dikin.

Îro jî bi heman armancê, Yekîtiya Hunermend, Rewşenbîran yên herêma Cizîrê li Parka Xwendinê ya li Qamişlo daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de îşaret bi daxuyaniya partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi armanca girtina qada ezmanî li hemberî dewleta Tirk hat kirin û wiha hate diyarkirin ku ew bi xurtî piştgiriyê didin însiyatîfa van hêzên siyasî.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî, NY û hemû aliyên peywendîdar hat kirin ku qedexeya qada esmanî ferz bikin û helwestê nîşanî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk bidin.

Ciwanên Girkê Legê berxwedana gerîla silavkririn

Ciwanên Tevgera Civaka Demokratîk-TEV-DEM’ê li navçeya Girkê Legê ji bo şermezarkirina êriş û xiyaneta PDK’ê li nava navçeyê bi erebeyan geriyan.

Karwanê erebeyan ji pêşiya avahiya Meclisa navçeyê dest pê kir û li Qada Şehîd Xebat veguherî mêtingê.

Li wir endamê rêveber ê ciwanên TEV-DEM Hogir Elî axivî.

Hogir Elî êrişên dewleta Tirk û îxaneta PDK’ê şermezar kir û bang li ciwanan kir ku asta tekoşîn û berxwedanê bilind bikin..

Di dawiyê de berxwedana gerîla hate silavkirin.

Li Helebê li dijî êriş û dagirkeriyê konferans hate lidarxistin

Li Helebê Foruma Çandî ya Helebê li dijî êriş û dagirkeriyê konferansek li dar xist.

Konferans ji aliyê nivîskar Cemîl Reşîd ve hat lidarxistin.

Bi dehan rewşenbîr û siyasetmedarên partiyên kurdî amede bûn.

Di konferansê gelek axaftin hatin kirin û nerîn û pêşinyar hatin girtin.

Back to top button