Vê sibehê û duh jî, li Idlib a bûye qada herî germ a şer, dîsa hêzên hikumeta Şamê Cebel El-Zawiyê û Sehil El-Xab topbaran kirin.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh Hêzên Hikumetê derdora Kefer Ewêd, Filêfil, San, Bênên, Riwêha û Dêr Sinbil ên Idlibê topbaran kirin.
Her wiha du deverên Sehil El-Xab a Hemayê jî topbaran kirin.
Çavdêriyê diyar kir jî ku hikumetê bi mûşekan bajarokê Eyn Laroz li Cebel El-Zawiyê topbaran kir, di encamê de 2 serçete hatin kuştin.
Li gorî çavdêriyê, gundên Keferema û El-Qesir ên gundewarên Rojavayê Helebê jî bi gelek mûşekan hatin armanckirin.
Li aliyê din jî, Çavdêriya Sûrî da zanîn ku hêzên hikumeta Şamê hêzeke xwe şandiye Sehil El-Xab û çeteyên Tirkiyê jî hejmara xwe li gundewarên başûrê Idlibê zêde kirine.