Fransa banga birîna cezayan li Tirkiyê kir, wê jî bersiv da

Têkildarî binpêkirinên Tirkiyê li Deryaya Spî, Macron banga birîna cezayan li Tirkiyê kir, ya dawî jî bersiva wê da. Ji bo tengijînên ku vê dawiyê ji bo vekolandina gazê di navbera Tirkiye û Yûnanistanê de rû dabûn jî, Almanya navbeynkarî kir, lê tevî vê, hîna nakokî û aloziyên wan bi dawî nebûne..

Kirinên dewleta Tirk li Deryaya Spî, asta tengijînan germ dike û sar nake û hewldanên çareseriyê jî li ber bê dibe..

Duh Serokkomarê Qibrisê, Nicos Anastasiades, serdana paytexta Fransa Parîsê kir û bi Serokê Fransayê Emmanuel Macron re civiya.

Derbarê binpêkirinên Tirkiyê di Deryaya Spî de, Macron diyar kir ku Tirkiyê serweriya deryayî ya Yûnanistan û Qibrisê binpê dikin.

Macron ji bo xemsariya “YE” hişyarî da û banga birîna cezayan li Tirkiyê kir û got:

“Wê şaştiyek pir mezin be, eger ewlehiya Deryaya Spî di destê Tirkiyê de bimîne.”

Piştî vê bangê, Tirkiyê bê bersiv nema û Fransa bi bêalîtiyê tawanbar kir, ku ew her şaştiyan li Rojhilata Navîn dubare dike.

Dewleta Tirk bang li Fransayê kir ku siyseteke aqilmend bimeşîne..

Di heman çarçoveyê de, Serokomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî jî bi rêya telîfonê bi serokwezîrê Yûnanistanê Kyriakos Mitsotakis re axivî.

Her du aliyan li ser hevkariya Misir, Yûnanistan û Qibrisê di Deryaya Spî de teqez kir.

Dewleta Tirk li ser kêfa xwe li Deryaya Spî tev digere û lêgerîna keştiyên wê di ava herêmî ya cîranan de zêde bûye.

Vê yekê jî hişt dewletên YE ji Tirkiyê tengav bibin, lê li ser erdê ti gavê der heqê wê de navêjin.

Sêşema borî, Tirkiyê keştiyên şer şandin başûrê Girava Kastîlorêzo da çalakiyên vekolandinê dest pê bikin.

Li ser vê jî, roja din Yûnanistanê keştiyên xwe yên şer li Deryaya Igayê belav kir.

Hikumetê jî, ev kirinên Tirkiyê bi tundî şermazar kir û weke binpêkirina ava Yûnanistanê dît..

Artêşa Yûnanistan û Tirkiyê li nêzî girava navborî, hev gulebaran kirin û balafirên şer li asîman jî xwe ji êrîşan re amade kiribûn..

Ji ber kirinê Tirkiyê yên berdewam, Almanya nikarîbû krîzê bi dawî bike

Hingê, şêwermenda Alman Angela Mirkel weke hate ragihandin bi herdu aliyan re axivî û karîbû rê li ber rûbûna vî şerî bigire.

Lê ji ber kirinên arandinê ji aliyê dewleta Tirk ve, xuya dibe ku Mirkel a navbeyinkar, nikarîbû vê kirîza bi temamî bi dawî bike.

Back to top button