Li Dêrazor û Hesekê serçeteyek û 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

QSD û Hêzên Asayîşê li dijî şaneyên DAIŞ’ê yên li Dêrazor û Hesekê, operasyon pêk anîn. Di encama operasyonan de herî kêm serçeteyekî DAIŞ’ê û 7 çete hatin girtin.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku hêzên wan bi hevkariya yekîneyên taybet ên Asayîşê li Dêrazor û Hesekê li dijî çatayên DAIŞ’ê oprerasyon li dar xistin e.

Navendê ragihand ku di operasyonan de, 7 çeteyên DAIŞ’ê û serçeyek ku berpirsê têkiliya çeteyên DAIŞ’ê yên li herêma Dêrazorê bû, hatine girtin.

Navendê bi berfirehî ev agahî dan:

Di navbera 5 û 9’ê Hezîranê de, hêzên me rêzeoperasyon li dar xistin û gelek hedefên terorîstên DAIŞ û hucreyên wan li Dêrezor û Hesekê kirin armanc.

Di encama operasyonan de hejmarek çeteyên DAIŞê hatin girtin û miqdarek çek û belge hatin desteser kirin.

Her wha bi piştgirî û çavdêriya ezmanî ya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê, operasyon li herêma Cidêdat Egêdat li gundewarê Dêrezorê dest pê kirin.

Hêzên me serçeteyekî DAIŞ’ê ku di plansazkirina êrişan de çalak bû, gitin.

Navendê weha domand:

Hêzên me 4 çeteyên DAIŞ’ê li devera El-Şihêl, li gundewarên rojhilatê Dêrezorê girtin.

Hucre ji çêkirina teqemenî û mayinan berpirsiyar bû ku çek û alavên wan hatin desteserkirin.

Yekîneyên Tekoşîna li dijî Terorê ya YPG’ê jî mîrekî ewlehiyê yê terorîst a DAIŞ’ê li gundê El-Balalya yê Mergada, li başûrê bajarê Hesekê girt.

Ew berpirsyarê plankirina kuştinan û meşandina operasyonan bû û têkilî bi şaneyên terorîst û mîrên li herêma Dêrezorê çêdikir.

Di dema operasyona ewlehiyê li gundewarên Dêrezorê, yekîneyên taybet ên Asayîş jî 2 çeteyên DAIŞ’ê girtin.

Navendê dawiyê destnîşan kir ku armanc ji operasyonan ew e ku ewlehî û aramiya domdar li herêmê biparêzin.

Back to top button