Şandeyek ji Rêveberiya Xweser li Fransayê hevdîtinan dike

Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Fransayê hevdîtinan dike.
Şande bi Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlemena Fransayê re civiya û rewşa siyasî û pêşketinên li herêmê hat nirxandin.

Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid û hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa pêk tê, serdana Fransayê kir.

Îro bi vexwendineke fermî ji hêla Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlaman Fransî û bi amadebûna serokê komîteyê john Louis Borlange Jon Lwî Borlanj, şande bi komîteyê re civiya û derbarê rewşa siyasî û geşdanên li herêmê li pêş komîteyê, bi beşdarbûna gelek dezgehên çapemeniyê yên Fransayê, axivî.

Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Fransayê di destpêka civînê de axivî û bal kişand li ser sîstema rêveberiya xweser ku li ser bingeha biratiya gelan û wekheviya zayendî hatiye avakirin, her wiha bal kişand li ser têkoşîna rêveberiyê ya dijî terorê ku di nava şert û mercên zehmet de hate biserxistin.

Louis Borlange da xuyakirin ku gelê Kurd ji bo pêkanîna demokrasî û misogerkirina mafên Kurdan û hemû pêkhateyên din bi rengekî ku yekîtiya sûrî pêk bîne, têdikoşe.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber Hemdan El-Ebid jî axivî û bal kişand li ser destwerdana dewletên herêmî di Sûriyê de.

Hemdan El-Ebid rola Fransa di piştgirîdayîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şerê li dijî terorê de, bi bîr xist.

Hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa jî axivî û bal kişand li ser rewşa bajarê Reqayê.

Leyla Mistefa bi bîr xist ku xebatên jinûveavakirina Reqayê heta niha bi giştî pêk nehatine û xebatên xizmetguzariyê jî kêm in.
Leyla da xuyakirin ku pêwîstî heye mercên guncaw werin amadekirin da ku şênî vegrerin warên xwe.

Back to top button