“Ji bo aştî û demokrasiyê, PKK’ê ji lîsteya terorê derxin”

Çalakvanên Înîsiyatîfa Edalet ji bo Kurdan bang li YE kirin û gotin: “Ji bo aştî û demokrasiyê PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê derxin.”

Înîsiyatîfa Edalet ji bo Kurdan 31’ê Çileyê li Qada Schuman a li kêleka Komîsyona YE ya Brukselê civînek li dar xist.

Piştre ji bo PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê ya YE bê derxistin, Înîsiyatîfê bi milyonan îmze radestî Komîsyona YE kir.

Berdevkê Rêxistina Aştiyê ya Belçîkayê, Vrede Ludo de Brabander derbarê radestkirina îmzeyan ji bo YE’ê got: Eger hûn li Tirkiyê aşitiyê dixwazin, li Rojhilata Navîn bi kurdan re aştiyê dixwazin, divê PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin.”

Endamê sekreteriya Prog-ressive International Daniel Kopp jî axivî û got: PKK’ê ne rêxistineke terorîst e. PKK’ê partiyeke siyasî ye û îfadeya têkoşîna Kurdan a ji bo aştî û wekheviyê li Tirkiyê ye.

Serokê Partiya Çepgir a Ewropayê El-Walter Baier jî got: “PKK’ê nûnerê gelê Kurd e û ji bo aştiyê xwedî cihek girîng e.

Back to top button