Çalakiya greva birçîbûnê ya li Mexmûrê dewam dike

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi koma 2’yemîn dewam dike.

Di 1’ê Sibatê çalakiya li Mexmûrê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO veguherî çalakiya greva birçîbûnê.

Çalakî bi dewir girtina koma nû didome.

Li ser navê koma nû axavtin hat kirin û hate gotin: Wek gelê Mexmûrê ji bo şikandina tecrîda girankirî ev du meh in me çalakiya nobetê dabû destpê kirin.

Me çalakiya xwe guherand çalakiya greva birçîbûnê.

Em bang li gelê Kurd dikin ku di vê pêvajoyê de li doza Kurd û Rêbertî ya xwe xwedî derkevin.

Çi tê xwestin divê îro we re kirin, sibê direnge.

Piştî axaftinan koma 1. çalakî dewrî koma 2’yemîn kir.

Back to top button