Şaxewan Reuf: Me ji hikûmeta Iraqê xwast pêşî li êrişên Tirkiyê bigdre

Parlementerê Herêma başûrê Kurdistanê Şaxewan Reuf Têkîldarî dagirkeriya Dewleta Tirk axivî û diyar kir ku wan daxwaz ji hikûmeta Iraqê kiriye ku bi rêyên dîplomasî pêşî li vê yekê bigrin.

Hefteya borî şandeyek ji parlementerên Başûrê Kurdistanê serdana Bexdayê kiribûn.

Yek ji mijarên ku di serdanê de hat guftugokirin, êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser axa Herêma başûrê Kurdistanê bû.

Endamê Komisyona Ewlehî û Navxwe ya parlementerên Herêmê, Şaxewan Reuf derbarê serdanê û naveroka hevdîtinan, ji Rojnews re axivî.

Şaxewan Reuf diyar kir ku di serdanê de aliyên pêywendîdar ji me re soz dane ku bi rêya peywendiyên dîplomasî û siyasî dawî li dagirkerî û bombebaranên dewleta Tirk bînin.

Şaxewan Reuf da zanîn wan di civînê de ji aliyên Iraqê daxwaz kirin ku serdana deverê sinorî bikin û pêşî li binpêkirinan bigrin.

Back to top button