Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî 4. kongreya YNK’ê pîroz kir

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD Mezlûm Ebdî lidarxistina çaremîn kongreya YNK’ê pîroz kir.

Mezlûm Ebdî, li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi boneya lidarxistina Çarem Kongreya YNK’ê, peyamek belav kir.

Ebdî di peyama xwe de pîrozbahî li YNK’ê kir û got;

Hêvîdar im serkirdayetiya nû ya YNK’ê bibe sedema bidestxistina destkeftiyên hîn mezintir a gelê me li Başûr.

Her wiha berdewam bin li ser rêbaza netewî ya Mam Celal, hîn zêdetir giringî bi ruhê alîkarî ya navbera YNK’ê û Rojava de bidin.

Leave a Reply

Back to top button