Ji bo pêşîgirtina TPLF hikumeta Etiryopya rewşa awerte ragihand

Li Etiyopya nêzî salekê ye şer û alozî kêm nebûye.
Li welat şerê ku 4’ê Mijdara 2020’an ji aliyê artêşa Etiyopya ve li dijî herêmên Tîgray hatîn despêkirin, bû sedema ku nêzî 2,5 milyon kes koçber bibin.
Ji ber pêşdeçûnên dawî yên Eniya Rizgariya Gel a Tîgrayê (TPLF), hikumeta Etiyopya rewşa awerte ragihand.

Tenê rojek maye ku salek di ser şerê navbera Etiyopya û Eniya Rizgariya Gel a Tîgrayê (TPLF) re derbas bibe.

Hikumeta Etiyopya her çiqasî di nava demek kin de, karibe serkeftina xwe bi kontrolkirina paytexta Tîgray Mekelle re ragihîne jî lê ji ber berxwedana Tîgrayîyan rojên zehmet derbas dike.

Li Etiyopyayê ji ber Eniya Rizgariya Gel a Tigray (TPLF) ku li bakur pêşveçûna xwe didomîne, li welêt rewşa awarte hat ragihandin.

Desteya Wezîran a Etiyopyayê ragihand ku ji bo parastina gel ji êrîşên TPLFyê li seranserê welêt rewşa awarte hat îlankirin.

Civata Wezîran her wiha ragihand ku biryarnameya heyî wê di nava 24 saetan de ji aliyê Meclisa Nûneran a Etiyopyayê ve were pejirandin.

Serokwezîrê Etiyopyayê Abiy Ehmed duh bi rayedarên payebilind ên hikûmetê re hevdîtin pêk anî û rewşa heyî ya li welêt gotûbêj kir.

Şerê 11 mehan li bakurê welêt bû sedema ku nêzî 2,5 milyon mirov koçber bibin.

Her wiha bêtirî 5 milyon mirov pêwistiya wan bi alîkariya lezgîh heye.

Li aliyê din îro hat ragihandin ku li dijî êrîşên muhtemel ên TPLF’ê yên li ser Addis Ababa, hêzên erka parastinê hatine avakirin.

Piştî şerên dijwar, hêzên TPLF bajarên Dessie û Kombolcha yên eyaleta Amhara ku 350 kîlometreyan dûrî paytextê ne kontrol kirin.

Back to top button