21’ê Sibatê ‘Roja Zimanê Dayîkê’

Ziman yek ji hîmên bingehîn ên avabûna civakekê ne.
Roja 21’ê Sibatê wekî roja zimanê dayikê hatiye pejrandin.
Li seranserî Cîhanê her netew û pêkhateyek vê rojê pîroz dike.
Di heman demê de gelê Kurd jî tevî ku rastî gelek êrişên qirkirinê hatiye, lê karîbû ku zimanê xwe biparêze û di dîroka me ya niha de pê diaxive û dinivîse.

Di 17’ê Mijdara 1999’an de ji aliyê UNESCO ve 21’ê Sibatê wekî ‘Roja Zimanê Dayikê’ hat pejrandin.

Çima roja 21’ê Sibatê bû roja Zimanê Dayikê ku her neteweyek vê rojê pîroz dike?

Çîroka xwedî dîrok wiha ye:

Dema ku Bengladeş di bin bandora dewleta Pakîstanê de bû ku jê re Pakîstana Rojhilat dihat gotin, hat ferzkirin ku zimanê Urdû bibe zimanê fermî.

Bengaliyan ev yek red kirin û di encamê de gelek mêting û xwepêşandan pêk hatin.

Di çalakiyên 21’ê Sibata 1952’an de li ser destê polîsên Pakîstanî 5 xwendekarên ku dixwastin zimanê ‘Bengalî’ weke zimanê fermî bê pejirandin hatin kuştin.

Li ser bingeha vê yekê, ji bo bîranîna xwendekarên ku hatin kuştin û girîngiya zimanê dayikê, 21’ê Sibatê wekî Roja Zimanê dayikê hate veqetandin.

Ji sala 2000’î ve ev roj tê pîrozkirin û heya roja me ya îroj jî 21’ê Sibatê li seranserî Cîhanê bi roja ziman tê nasîn.

‘Nêzî 6000 ziman li ser rûyê cîhanê hene’

Li gorî raporeke UNESCO’yê, di dinyayê de nêzîkî 6 hezar ziman hene.

Di vê sedsala ku em tê de ne, ji van zimanan nêzkî 2 hezar û 500 ziman li ber tunebûnê ne..

Hema tenê li Tirkiyê, 18 ziman di bin xetereya tunebûnê de ne ku yek ji wan zimanan jî zimanê Kurdî ye.

Windabûna zimanê civavekê, tê wateya windabûna çand û kevneşopiyên gelê wê..

Ji ber vê yekê, dîroka gelê Kurd tijî berxwedan û têkoşîn e, ew jî ji bo parastina maf û hebûna zimanê xwe ye. .

Di vê roja zimanê dayikê de, her çiqasî êriş li ser kurdan û zimanê wan heye jî, lê bi gelek rengan zimanê dayikê tê parastin..

Derbarê girîngiya zimanê dayikê de mamoste û xwendekarên li herêmê nêrînên xwe tînin ziman.

Mamoste Rîhan Ehmê ku dersa zimanê Kurdî li dibistana Ehmed Zaal dide diyar dike ku gelek astengî li beramber axaftina bi zimanê Kurdî hebûn, lê îro ew bend hatine şikandin.

Back to top button