Şandeya perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 6’ê Sibatê serdana Almanyayê kir. Şandeyê di gera xwe ya dawî de, bi Yekitiya Perwerdeyê ya Almanyayê û gelek saziyên perwerdeyê re civiya.
Piştî rêzehevdîtin û gerên şandeyê bi kesayet û pisporên perwerdeyê re, şandeyê gera xwe ya dawî bi Yekitiya Perwerdeyê ya Almanyayê re pêk anî.
Hevseroka Yekitiya Mamosteyan Nesrîn Reşk bi rêveber û endamên Yekitiya Perwerdeyê ya Almanyayê re civiya.
Her du aliyan nêrînên xwe li ser rewşa perwerdeyê û dibistanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet li gel bûyerên dawîn ên êrişên dewleta Tirk û erdhejê û bandoran wan li ser xebata perwerdeyê anîn ziman.
Di hevdîtinan de, derfetên pêşxistina dostaniyê di aliyê pirojeyên perwerdehî de jî, ji mijarên sereke bû.