Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Almanyayê konferanseke perwerdehiyê li paytexta Almanyayê Berlinê li dar xist.
Di konferansê de şandeyeke perwerdehiyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelek kesên li Almanyayê ku girîngiyê didin perwerdê beşdar bûn.
Cîgirê Hevserokatiya Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dîlber Yûsif li ser rewşa perwerdê û fêrkirinê li herêmên Rêveberiya Xweser axivî û got: “Rêveberiya Xweser çavdêriyê ji perwerdehiya zarokan heta bi hemû perwerdê û zanîngehê dike.”
Dîlber Yûsif diyar kir ku ji ber pirrengiya pêkhateyên herêmê perwerde bi gelek zimanan tê dayîn.
Hevseroka Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nesrîn Reşk li ser rola Yekitiya Mamosteyan di pêşxistina xebata perwerdê de, astengiyên li pêş perwerdê axivî.
Nisrîn li ser cewher û xwezaya xebata yekitiya mamosteyan û rola mamosteyan di dewama perwerdeyê bi awayekî demokratîk de û garantiya mafên mamosteyan axivî.