Mismarî: Tirkiye şandina terorîstan bo Lîbyayê dewam dike

Berdevkê Artêşa Nîştimanî ya Lîbî Ahmed Mismarî ragihand ku Tirkiye bi berdewamî terorîstan ji Sûriyê vediguhêze Lîbyayê.

Mismarî diyar kir ku plana Erdogan ya şandina bi hezaran çete bo Lîbyayê, eşkere ye û got:
Şandina terorîstan ji aliyê dewleta Tirk ve, binpêkirina Qanûna navdewletî û biryarên civîna Berlînê ye.

Berdevkê Artêşa Nîştimanî ya Lîbî teqez kir ku tekane çareseriya aloziya li Lîbyayê leşkerî ye, ji ber ku komên terorîst ti carî çekên xwe radest nakin.

Ahmed Mismarî destnîşan kir ku Artêşa Nîştimanî hewl dide bajarê Sêrtê kontrol bike û eşkere kir ku bajarê Misrata ne di hesabên wan de ye.

Li gorî raporeke îstixbaratên leşkerî yên girêdayê Artêşa Nîştimanî ya Lîbî, bi dehan termên çeteyên Sûrî di sarinca nexweşxaneya navendî ya Terablusê de ne.

Beriya niha şanderê Navnetewî bo Lîbyayê Xesan Selama teqez kiribû ku hejmarek çete ji Sûriyê gihiştine Lîbyayê.

Rojnameya The Guardian a Brîtanî jî ragihandibû ku hejmara çeteyên ji Sûriyê gihîştine Lîbyayê nêzî 2 hezaran e.

Back to top button