Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê siyaseta Tirkiyê ya li herêmê şermezar kir û rola Almanya ya piştevaniya bi projeya Tirkiyê li herêmên dagirkirî, rexne kir.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê siyaseta Tirkiyê ya avakirina niştecihgehan ji bo malbatên çeteyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku dagirkirine, daxuyaniyek weşand.
Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk bi avakirina van niştecihgehan dixwaze li herêmê bi navê alîkariya koçberan, qirkirina etnîkî û guhertina demografî pêk bîne.
Rêveberiya Xweser alîkariya Almanyayê jî ya bi Tirkiyê re jî şermezar kir û daxuya kirin ku wê projeyên bi vî rengî rewşa heyî ya li Sûriyê û heremên dagirkirî bi taybet aloztir bike.
Herî dawî Rêveberiya Xweser bang li Almanyayê kir ku nebe hevkar û destekê nede Tirkiyê ku planên xwe yên qirêj li herêmê pêk bîne û kiryar û zêdegaviyên Tirkiyê yên li dijî gelê herêmê bi sînor bike.