Li Çînê ji ber virusa corona heta niha 80 kesan jiyana xwe ji dest daye

Virosa Corona ku li Çînê derket êdî ne tenê li Çînê, jiyana mirovên li derveyî wê jî xistiye metirsiyê.

Hejmara qurbaniyên vê virusê li Çînê tenê bû 80 kes û 2 hezar û 300 kes jî pê ketine.

Hikumeta Çînê roja duşemê ragihand ku bilançoya qurbaniyên vê virusê bûye bilind bûye û gihiştiye 80 kes û 2 hezar û 300 kes jî li seranserî Çînê pê ketine.

Komîteya tenduristiyê ya Hobby ku li wir ev virus derket ragihand ku tenê li vê herêmê hejmara qurbaniyên virusê bûye 76 kes û hezar û 423 kes jî pê ketine.

Hikumeta Çînê ragihand ku serokwezîrê Çînê îro çû Wuhanê paytexta Hobby , cihê ku ev virus ji wir derket û serdana nexweşên vê virosê kir .

Herî dawî jî Çînê ragihand ku wan 44 milyon dolar ji bo avakirina nexweşxaneyan li Wuhanê veqetandiye.

Ev nexweşxane taybet ji bo kesên bi vê virus ketine werin avakirin.

Back to top button